Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê 2024-08-18 16:36:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hindistanê bijîşkekî jin hate tecawizkirin û piştre hate qetilkirin. Bijîşkên hindistanî li dijî tecawiz û qetilkirina hempîşeya xwe, di tevahiya welat de dest bi grevê kirin. Bijîşk ji bo faÎl werin cezakirin 72 saet dem dan hikûmetê   Li bajarê Kalkuta yê girêdayî eyaleta Bengala Rojavayê Hindistanê di 9’ê tebaxê de bijîşkek jin a stajyer li nexweşxaneyê hatibû tecawizkirin û piştre hate qetilkirin. Piştî bûyer hat bihîstin, li gelek deverên Hindistanê bijîşk û gel derketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Bijîşkan xwestin sûcdar werin girtin û tedbîrên ewlehiyê werin girtin.   PANKARTA 'JIN JIYAN AZADÎ'   Bijîşkên ku ji zanîngehan heta termînalên otobusan çalakî li dar xistin, dirûşmeya, “Em edaletê dixwazin” berz kirin. Di çalakiyê de jinan pankarta “Jin jiyan azadî” ku bi zimanê kurdî û hindî hatiye nivîsandin hilgirtin. Her wiha bijîşkan li bajarên Delhî, Haydarabad, Mumbaî û Pune jî çalakî li dar xistin.   ÇALAKÎ BERFIREH BÛN   Yekîtiya Tabîbên Hîndîstanê duh diyar kirin ku ji bilî xizmetên bingehîn ên tenduristiyê, ew ê heta 24 saetan tevahiya beşên nexweşxaneyan bigirin û kar nekin.   Yekîtiyê bibîr xist ku ji sedî 60`ê bijîşkên Hindistanê jin in û ji serokwezîr Narendra Modi xwestin ku tedbîrên ewlehiyê werin girtin.    72 SAET DAN HIKÛMETÊ   Ofîsa Karê Hevbeş a Bijîşkên Nû ya Hindistanê jî, ragihand ew ê boykota xwe di tevahiya welat de bidomînin û 72 saet dem dan hukûmetê da ku kesên sûcdar bigire.