Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin 2024-08-14 11:27:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku vîrusa xuriya meymûnê li welatên Efrîqayê pir zû belav dibe, rewşa lezgîn hate ragihandin.  Vîrusa xuriya meymûnê (mpox) li welatên Efrîqayê her ku diçe bêhtir belav dibe. Ji destpêka sala 2024’an heta niha li Komara Kongoya Demokratîk zêdetirî 13 hezar û 700 bûyerên xuriya meymûnê qewimîn û ji ber vê vîrusê 450 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî pisporan; varyanta herî xetere ya heta niha ye. Piştî Komara Kongoya Demokratîk, vîrûs li welatên din ên Efrîqayê jî pir zû belav dibe. Ji ber rewşa behsa xeberê, Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Efrîqayê (CDC) ku saziya tenduristiyê ya cemaweriyê ya Efrîqayê ye, rewşa lezgîn ragihand.    VÎRUSA MEYMÛNÊ ÇI YE?    Vîrusa xuriya meymûnê (monkeypox), vîruseke ji malbata “Orthopoxvirusê” ye û di mirovan de rê li ber enfeksiyoneke pir kêm tê dîtin vedike. Cara ewil di sala 1958’an di laboratuaran de li ser meymûnan hate tespîtkirin lewma navê “xuriya meymûnan” lê hate kirin. Bûyera ewil a di nava mirovan de jî di sala 1970’an de li Komara Kongoya Demokratîk hatibû tespîtkirin.    Niha du cureyên vîrusê hene: “Clade 1” li Efrîqeya Navîn weke cureyeke endemîk e, “Clade 1b” jî cureyeke vîrusê yê nû û dijwar e ku di şewba nû de tê dîtin.    VÎRUS ÇAWA BELAV DIBE?   Nexweşiya xuriya meymûnê, ji ber sewalên kojer û prîmatan diqewime û carnan mirov jî pê dikevin û nexweşiyeke zoonotîk e.    Di destpêkê de vîrus ji ewil ji heywanan derbasî mirovan dibû lê êdî ji mirovan jî derbasî mirovan dibe. Bi rêya temasê û dilopikên mezin ên bi rêya bêhnstandinê jî derbas dibe. Vîrus, her wiha dikare ji ber birîneke li ser laş an jî bi rêya çav û dev jî derbas bibe.    NÎŞANEYÊN WÊ ÇI NE?   Nîşaneyên tespîtkirina vîrusa xuriya meymûnê ev in; serêşî, sincirîna laş a zêde, êşa piştê, êşa masûlkeyan û werimîn. Piştî germahiya laşê nexweş zêde bû, di laşê wan de xurîn, sorbûyîn û werimîn çêdibe. Nîşaneyên wan piranî di serûçavên mirov, kefa dest û di binpiyê de derdikevin holê. Xurîn dibe ku pir zêde mirov aciz bike û biêş be. Enfeksiyon piranî di navbera 14 û 21 rojan de didome û ji ber xwe ve diçe.    GELO TEDAWIYA WÊ HEYE?   Tê gotin ku dermanên ji bo nexweşiya xuriyê hatin pêşxistin, li dijî xuriya meymûnê jî ji sedî 85 mirovan diparêze. Di halê hazir de ji bo mpoxê heta niha sê derzî hene lê tenê didin kesên di bin xetereyê de yan jî kesên temasa wan bi kesên enfekte re çêbûye. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bernameyeke derzîkirinê ya berfireh pêşniyar nake. Li Efrîqayê jî derzîbûn pirsgirêkeke pir mezin e. Her wiha dermanên antîvîral jî di tedawiyê de tên bikaranîn.