Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran 2024-08-13 15:57:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Xezeyê ragihand ku hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dayin gihişte 40 hezarê.  Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Xezeyê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara filistîniyên di êrişên destpêkê yên Îsraîlê heta niha de jiyana xwe ji dest dayin bûye 39 hezar û 929 kes.    Wezaretê îro jî daxuyaniyek da û got ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest daye. Wezaretê da zanîn ku ji 7’ê cotmehê heta niha 92 hezar û 240 kes li Xezeyê birîndar bûne.