Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran 2024-08-12 12:14:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê 6 sal cezayê hepsê da rojnameger Nilûfer Hamedî û Elaha Muhammedî.    Dadgeha Temyîzê ya Tehranê li rojnameger Nilûfer Hamedî û Elaha Muhammedî 6 sal cezayê hepsê birî. Parêzerên rojnameger Hamedî, Parto Burhanpur û Hojjat Kermanî û parêzerê Muhammedî, Şahabeddîn Mirlohî di 11’ê tebaxê de daxuyanî dan û diyar kirin ku dadgehê ceza li rojnamevanên jin birî ye. Parêzaran got ku dadgehê ji ewil 25 sal cezayê hepsê i rojnamegeran birî lê piştre rojnamegeran ji sûcê “hevkariya bi hikûmetên biyanî re” beraet kirin.   Dadgeha Temyîzê ya Tehranê bi îdiaya “Propagandaya li dijî rejîmê” salek, ji îdiayên din 5 sal û bi giştî 6 sal cezayê girtîgehê birî.    Parêzerên Hamedî gotin ku ji ber çalakiyên protestokirina qetilkirina Jîna Emînî doz li miwekîlên wan hatiye destpêkirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojnameger Hamedî û Muhammedî yek ji rojnamegerên destpêkê bûn ku têkildarî qetilkirina Jîna Emînî de nûçe amade kiribûn.