Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin 2024-08-08 11:08:01   NAVENDA NÛÇEYAN  - Li başûrê Japonyayê bi mezinahiya 7.1’ê erdhej çêbû. Rayedaran, ji ber tsunamiyê gel hişyar kir.    Li başûrê Japonyayê bi pileya 7.1’ê erdhej çêbû. Piştî erdhejê, rayedarên welêt ji ber îxtîmala tsûnamiyê welatiyên li qeraxên başûrê welat hişyar kirin. Hat gotin ku ew li benda pêlên bi qasî metreyekê bilind in.