DYA’ê ji ber îxracata bi Rûsyayê re Tirkiye hişyar kir 2024-08-07 14:43:41   ENQERE - Cîgirê Wezîrê Bazirganiyê yê DYA’yê Axelrod di mijara îxracata bi Rûsyayê re de Tirkiye hişyar kir û got ku dibe hîn bêhtir şîrket bikevin lîsteya mueyîdeyan.    Rojnameya The Financial Timesê (FT), da zanîn ku rêveberiya Washingtonê di mijara Rûsyayê de Enqere hişyar kiriye. Li gorî nûçeyê, rêveberiya Washingtonê ji Tirkiyeyê re gotiye ku heke îxrackirina ekîpmanên leşkerî yên DYA’yê ya ji bo Rûsyayê bisînor neke, dê hinek “encamên” wê hebin.   FT’ê da zanîn ku Cîgirê Wezîrê Bazirganiyê yê DYA’yê Matthew Axelrod hefteyek berê li Enqere û Stenbolê bi rayedarên tirk re civiyaye û jê xwestiye ku bazirganiya çîpên malê DYA’yê û ekîpmanên din de bazirganiyê bisînor bikin û di vê mijarê de bêhtir gav bên avêtin.    Rayedarê DYA’yî ji rayedarên tirk xwestiye ku sewqkirina malê DYA’yê ya ji bo Rûsyayê bê qedexekirin û ev mijar “pirsgirêkeke lezgîn e.” Her wiha rayedar gotiye ku Moskov ji bo xwe bigihîne ekîpmanên li DYA’yê hatine hilberandin, “Polîtîkaya bazirganiyê ya Tirkiyeyê îstîsmar dike.”    DIBE KU HÎN BÊHTIR ŞÎRKET BIKEVIN LÎSTEYA MUEYÎDEYAN    FT’yê da zanîn ku ji ber bazirganiya bi Rûsyayê re, zêdetirî 18 şîrketên Tirkiyeyê ketine lîsteya mueyîdeyan û Axelrod wiha gotiye: “Heke pêşketineke girîng çênebe, dê hejmara şîrketên dikevin lîsteya mueyîdeyan zêdetir bibe.”