Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz ji bo Erdogan got ‘Dîktator’ 2024-08-06 14:22:38   ENQERE - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz têkildarî serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan peyameke nû parve kir û got: “Lîderekê Hamasê hembêz dike û mîna dîktatoran zextê li gelê xwe dike, lîderekî dîktator e.”    Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz li ser medyaya dijîtal a X’ê têkildarî serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan peyameke nû parve kir. Katz, Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş û Baskê Ciwanan ê CHP’ê etîket kir û ji bo Erdogan got “Dîktator.”    Parvekirina Katz wiha ye: “Dîktatorê antîsemîtîk Erdogan, duh bi devkî êrişî DYA û welatên rojavayî kir û got; ‘Ji hêla siyonîstên li Îsraîlê ve dîl hatine girtin.’ Erdogan; heke kesekê weke dîl hatibe girtin hebe, ew jî hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê yên di bin dîktatoriya te de dijîn in. Tu asteng dikî ku 57 milyon bikarhinêrên tirk xwe bigihînin platforma Instagramê lê heasba xwe ya Instagramê ya taybet vekirî dihêlî. Êrişên tu li dijî şexsê min dikî dê nekarin rê li ber teşhîrkirina te bigirin. Lîderekê Hamasê hembêz dike û mîna dîktatoran zextê li gelê xwe dike, lîderekî dîktator e.”