Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin 2024-08-06 09:40:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji rewşenbîrên ji CPT’yê re name şandî Dr. Rolf Gossner, diyar kir ku divê rewşa girtî ya Abdulllah Ocalan bi dawî bibe û daxilî çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd were kirin.    Kampanyaya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk ku bi tevlibûna rewşenbîr û akademîsyenên li 74 navendan hatibû destpêkirin, didome. Di vê çarçoveyê de yek ji rewşenbîrên ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re name şandî jî ji Zanîngeha Bremenê Hiqûqnasê Dr. Rolf Gossner e. Gossner, têkildarî tecrîda li Îmraliyê û helwesta saziyê li Ewropayê ji ANF’ê re axivî.    Gossner, anî ziman ku ji bo kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” ku kampanyaya nameyan da destpêkirin, Tora Piştevaniyê ya Almanyayê bersivek ji CPT wergirt û ev tişt anî ziman: “Ev bersiv nîşan dide ku CPT rewşa birêz Ocalan û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê dişopîne û wê bişopîne. Komîteya Pisporan a CPT’yê herî dawî di îlona 2022'yan de Girtîgeha Îmraliyê ziyaret kiribûn. Gelek caran çû serdana Îmraliyê û rewşa girtiyên lê bûye 'parçeyek ji diyaloga bi meqamên tirk re ya komîteyê.’”    ‘XUYAYE KU BANDORA CPT’YÊ LI SER MEQAMÊN TIRK TUNE YE’   Li ser van daxuyaniyên CPT’yê, Dr. Gossner wiha got: “Mixabin ev bersiv bi wate û têrker nîne. CPT di mijara başkirina mayinde ya rewşa binçavkirinê de qala gaveke şênber nake. Ji vê jî wêdetir ji serdana dawî ya CPT a li Îmraliyê û vir ve ku herî dawî îlona 2022'yan kir, di nava du salan de di mijara tecrîdê de bûyereke baş neqewimî, berevajî vê yekê bû. Û ji serdana herî dawî ya CPT a li Tirkiyeyê ku sibata 2024'an kir, xuya ye tiştek neguherî ye. Ev rewş nîşan dide ku CPT li ser meqamên tirk û lîderên siyasî xwedî bandor nîne.”   Dr. Gossner, axaftina xwe wiha domand: “Dem ew dem e ku CPT şert û mercên li dijî mafên mirovan ên li Îmraliyê ku li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din têne ferzkirin bi rengê herî tund şermezar bike. Tirkiye ku welatekî Konseya Ewropayê ye, mohra xwe daniye binê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ku tê de dibêje, nabe ku êşkence û kiryarên li derveyî mirovahiyê li kesî bê kirin.   TIRKIYE BIRYARÊN DMME’YÊ TUNE DIHESIBÎNE   Lê belê di vê mijarê de kêmasiyên mezin û binpêkirinên cidî yên îdare û hikûmeta tirk hene, binpêkirinên mafên mirovan ên bi rêk û pêk diqewimin ku ev yek endamtiya Tirkiyeyê ya li Konseya Ewropayê dike mijara nîqaşê. Mînak, bi rengekî berfireh hate belgekirin ku rayedarên dewleta tirk bi mehan, bi salan mehkûman dixe hucreyên li derveyî mirovahiyê. Weke ku di mînaka Ocalan de tê dîtin, hevdîtin û serdana parêzer û endamên malbatê bi rengekî kêfî û neqanûnî bi salan tê astengkirin. Her wiha Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku divê bi cih bîne tune dihesibîne."   ‘ME BI NAMEYA XWE ERKA CPT’YÊ BI BÎRA WÊ XIST’    Dr. Gossner diyar kir ku bi name û banga xwe xwestin ku yek ji wezîfeyên CPT bi bîr bixînin, ku divê girtiyên li welatekî endamê Konseya Ewropayê ji êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê û kiryarên biçûkxistinê, bi taybetî weke kud i doza Ocalan de tê dîtin, ji şert û mercên girtina hucreyê biparêze û got, "Erkên lêpirsînê yên berfireh ji Komîteya Pisporan a CPT re hatine dayin ku di dema serdana girtîgehan de karibe pêk bîne. Mafê xwe heye ku bêsînor xwe bigihîne girtîgehan û bi rengekî serbest tevbigere. Pispor xwedî wî mafî ne ku di dema serdanê de dikare bi girtiyan re, bi kesên din ên ku bi xwe destnîşan kirine bi rengekî veşartî biaxivin. Komîte li gel serdanên bi rêk û pêk ên lezgîn her wiha dikare ji bo demeke kurt serdanên ad hoc (armanca taybet) pêk bîne.   CPT DIKARE BI LEZGÎNÎ ŞANDEYEKÊ BIŞÎNE   Ji ber vê jî CPT ji bo hevdîtina yekser a bi mexdûran re, ji bo lêkolînkirina şert û mercên girtinê bi rengekî serbixwe, ji bo nirxandina rewşa tenduristiyê û pêkanîna hevdîtinên parêzer an jî malbatan dikare di dema herî kurt de heyeteke din bişîne Îmraliyê. Lê mixabin rayedarên CPT ji bo karibin şert û mercên binpêkirina mafên mirovan bi rengekî mayinde sererast bikin, xwe dirêjî cihê têrker ê dûr nakin. Weke pîvan jî têkildarî serdanên girtîgehan û rexneyên tespît kirine raporên veşartî amade dike, van jî ji welatên endam re dişîne û dema pêwîstî pê dît pêşniyara başkirinê dike. Alternatîfeke xwe ya taybet a pêkanînê nîne.   DEM HATIYE KU TIRKIYE BI ENCAMÊN RASTEQÎN RE RÛ BI RÛ BIMÎNE   Ji bo bandorê bike derfetên xwe yên kêm hene, lê belê ev yek jî wê pirsê dixe rojevê ku CPT û Konseya Ewropa li dijî binpêkirina mafên mirovan û îşkenceya li Îmraliyê û girtîgehên din ên Tirkiyeyê ji bo wergirtina tedbîrên pêwîst gelo zexta têrker heta niha li Tirkiyeyê kiriye yan na? Ya rast, dem hatiye ku Tirkiye ji ber binpêkirinên hiqûqî bi encamên rasteqîn re rû bi rû bimîne. Û ev yek dikare pêkanînên li ser berpirsyarên sîstema girtina di hucreyê de ya li Tirkiyeyê be. Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê di salên 2021, 2023'an de di çarçoveyeke din jî de be weke parçeyek ji prosedura binpêkirinê, ji bo pêkanîna tedbîrên cezakirinê û pêkanînan a li hemberî Tirkiyeyê zext dikir. Di rewşeke zêdegaviyê de weke ku bi serê Rûsyayê de hat ku piştî şerê êrişa sala 2022'an a li ser Ûkraynayê, Tirkiye jî dikarîbû ji Konseya Ewropayê biavêje (Lê belê Rûsya bi vekişînê ev dengdan asteng kiribû). Lê belê dema ku endametiya Konseya Ewropayê bi dawî bû, dewleta navborî bi rengekî otomatîk ji Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî vedikişe, yanî êdî bi vê peymanê re girêdayî nabe."