Di çalakiyên protestoyê yên li Bangladeşê de 300 kes mirin 2024-08-05 12:04:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li dijî Serokwezîrê Bangladeşê Şeyh Hasina Vecîd hatine lidarxistn de herî  kêm 300 kes jiyana xwe ji dest da.  Li gorî jimartina ji daneyên polîsan, rayedaran û doktoran, di şerê navbera xwepêşandêran û alîgirên hikumetê de ku roja yekşemê giran bû, 94 kes hatin kuştin. Bi vê yekê re hejmara kesên ji dema destpêkirina xwepêşandanan û vir ve hatine kuştin ji 300 kesan derbas bû.    Li vî welatê Misilman ku nifûsa xwe 170 milyon mirov e, cara yekê ye ku di nava rojekê de hejmareke ewqasî zêde ya mirovan di xwepêşandanên li dijî hikumetê de jiyana xwe ji dest didin.   ‘DAXWAZA RAKIRINA KOTAYÊ’   Li Bangladeşê ku gelek bêkarên mezûn hene, xwendekar dixwazin ku sîstema cihêkariya pozîtîf a ku kotaya kar a cemaweriyê dide malbatên gaziyên serxwebûnê, bê rakirin.