Li Somaliyê teqîn: 32 kes mirin, 63 kes birîndar bûn 2024-08-03 13:14:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama teqîneke li Somaliyê de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 63 kes jî birîndar bûn.    Şevê din li paytexta Somaliyê Mogadîşuyê li ber qeraxê behrê teqînek çêbû. Li gorî daxuyaniya polîsên Somaliyê; di encama êrişê de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 63 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Polîsan Abdifatah Aden da zanîn ku kesekî êlekê teqemeniyan li ser xwe teqandiye û mirî ye û 3 êrişkar jî hatine kuştin. Aden, diyar kir ku êrişkarek jî hatiye girtin.    Çapemeniya dewletê ya Somaliyê jî ji êrişa li dijî restourantekê hatiye kirin rêxistina El Şebabê berpirsyar dît. Dîrektorê servîsa ambulansa Aaminê Dr. Abdikadir Abdirrahman jî got ku dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.