Ji Îsraîlê êrişa hewayî: Fermandarekî Tugeyên el-Kassamê hate kuştin 2024-08-03 11:00:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa Îsraîlê ya li Bati Şerîayê dijî wesayîtekî pêk aniye de, ji yek fermandarên Tugayên el-Kassamê Heysem Nureddîn Bileydî hate kuştin.   Li gorî agahiyên nûçeyên di çapemeniya Filîstînê tên parvekirin de hat diyarkirin ku li bajarê Tulkerîm ê Bati Şerîaya di bin dagirtkeriya Îsraîlê de ye, êrişa hewayî hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku di êrişa li dijî wesayîtekî hatiye lidarxistin de yek jê fermandarekî eniya leşkerî ya Tugayên Îzzeddîn El Kassamê bi giştî 5 kes hatin kuştin.   Li gorî agahiyên ajansa fermî ya Filîstînê WAFA’yê parve kiriye, artêşa Îsraîlê bi Balefira Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişa hewayî li wesayîtekî li ser riya bajarokên Attîl û Zeytayê li hev girê dide ya li bajarê Tulkerîmê li dar xist. Di wesayîte ku 2 roket lê ketine de şewat derket û kesên tê de nejî jiyana xwe jid est da.    Çavkariyên Nexweşxaneya Dewletê ya Sabitê diyar kirin ku piştî êrişê 5 cenazeyan anîne nexweşxaneyê û yek ji van jî ji Kampa Penaberan a Tulkerîmê, Heysem Nureddîn Bileydî yê 25 salî ye. Hat diyarkirin ku Bileydî yek ji fermandarên Tugayên el-Kassamê bû.    Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya têkildarî mijarê daye de diyar kir ku kesen di wesayîtê de berxwederên biçek bûne.