Serokê Hamasê hat kuştin 2024-07-31 07:23:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye, li Tehranê li mala ku lê dima hat kuştin.    Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye, li Tehranê li mala ku lê dima bi êrişeke çekdarî hatiye kuştin. Hat ragihandin ku di êrişê de parêzvaneke Heniyye jî jiyana xwe ji dest daye.    Tevgera Hamasê jî piştrast kir ku Îsmaîl Heniyye vê sibehê li paytexta Îranê Tehranê di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest daye.   Hamasê ragihand ku Îsraîl Heniyye hatiye kuştin