Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe 2024-07-29 11:05:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê bersiv da gefên Erdogan ên li ser Îsraîlê û got “Erdogan li ser şopa Sedam Hisên dimeşe.”   Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, duh di civîna AKP’ê ya li bajarê Rîzeyê de diyar kir ku çawa Tirkiye ketibû Lîbya û Qerebaxê, dibe ku bikeve Îsraîlê jî û ev tişt gotin: "Tu sedem nîn in ku pêşiya me bigire. Divê em bi hêz bin heya bikarin em van gavan biavêjin."   Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz bersiv da daxuyaniyên Erdogan. Katz wêneyekî Erdogan û serokkomarê berê yê Iraqê Sedam Hisên li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir û wiha got: "Erdogan li ser şopa Sedam Hisên dimeşe û gefa êrişê li Îsraîlê dixwe. Divê tenê bîne bîra xwe, li wir çi bû û çawa qediya.”