Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket 2024-07-29 10:34:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartinên Venezuelayê de Nicolas Maduro cara 3’yemîn hate hilbijartin û bû serokê dewletê.    Serokê Konseya Hilbijartina Neteweyî ya Venezuelayê (CNE) Elvis Amoroso ragihand ku di hilbijartinên serokatiya dewletê de Nicolas Maduro dîsa bi ser ket. Amoroso, diyar kir ku ji sedî 80’ê sindoqan hatine vekirin û di hilbijartina 10 namzet beşdar bûbûn de namzetê Qutba Niştimanperwer a Mezin (Gran Polo Patriotico) Maduro bi ser ketiye.    Li gorî daneyên ewil, Maduro ji sedî 51,20’ê dengan stand û cara ewil bû serokê dewletê. Namzetê koalîsyona muxalefetê Platforma Demokratîk a Yekbûyî (PUD) Edmundo Gonzalez jî ji sedî 44,20’ê dengan stand.    Rêjeya tevlibûna hilbijartinan weke ji sedî 59 hate eşkerekirin.