Li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin 2024-06-25 15:59:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya NY’ê ragihand ku ji 7’ê cotmehê heta niha li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin.    Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 7’ê cotmeha 2023’yan heta niha zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya însanî hatine kuştin.    Peywirdara OCHA NY’ê Yasmîna Guerda ku 3 mehan ji bo peywira xwe li Xezeyê ma, têkildarî tiştên bûye şahid di civîna heftane ya Ofîsa Cinevê ya NY’ê vegot. Guerda da zanîn ku rewşa li Xezeyê bi qasî ku bi reqeman neyê vegotin xerab e û diyar kir ku gelek kes ji cih û warên xwe bûne û xezeyî pirsgirêkên xurek, cihê mayînê, tenduristî û hwd. dijîn.    Guerda, ev tişt anî ziman: “Min li Xezeyê çîrokên ku dê di tevahiya jiyana min de qet ji bîra min neçin guhdarî kirin û bûme şahid. Yek santîmetreya Xezeyê jî biewle nîne.”   Guerdayê axaftina xwe wiha qedand: “Ji 7’ê cotmeha 2023’yan zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatin kuştin. Li Xezeyê ji bo tu kesekî qadên biewle tune ne. Kal, astengdar, jin û zarok bedela herî giran didin. Pêdiviya xelkê Xezeyê bi alîkariya navneteweyî heye.”    Di encama êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan heta niha piranî jê jin û zarok li Şirîda Xezeyê 37 hezar û 658 kesan jiyana xwe ji dest dan û 88 hezar û 237 kes jî birîndar bûn.