Di êrîşa li Dagistanê de 4 sivîl û 15 polîs mirin 2024-06-24 11:18:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku di êrîşên çekdarî yên li dijî sînagog, du dêr û nuqteyek polîsan ên li paytexta Mahaçkale û bajarê peravê Derbentê ya Dagistanê de herî kêm 19 mirine.   Li Komara Xweser a Dagistan a ku girêdayî Rûsyayê ye û piraniya şêniyên wê misilman in û her wiha cîranê Çeçenîstan û Azerbaycanê ye, roja yekşemê êrîşên çekdarî pêk hatin. Li gorî Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê, di êrîşan de "du dêrên Ortodoks, sînagog û nuqteyeke polîsan" hedef hatine girtin.   Hat ragihandin ku sînagoga Mahaçkale bi temamî şewitiye. Nûnerên civata "Yahûdiyên Çiyayî" yên bi sedsalane li Qefkasya Bakur dijîn bi taybetî li Dagistanê, diyar kirin ku sînagogeke duyemîn jî bi bikaranîna molotofan hatiye şewitandin.   Her wiha li gorî heman çavkaniyê, operasyona dijterorê ya piştî êrîşê destpê kiribû, sibeha Duşemê piştî "gefên li ser jiyan û tenduristiya welatiyan bêbandor bûn" bi dawî bû.    Serokê Dagistanê Sergey Melîkov ragihand ku di çarçoveya operasyonê de '6 sûcdar hatine tasfiyekirin' û bi israr diyar kir ku operasyon "ji derve" tên amadekirin û  wan "hucreyên razayî" hedef girt. Armanc û nasnameyên kiryaran hêj nehatine eşkerekirin û heta niha tu rêxistinê berpirsyariya van êrîşan negirtiye ser xwe.   Sergey Melîkov di vîdeoyeke ku di Telegramê de hat parvekirin, behsa pevçûna li Ûkraynayê kir, bêyî ku diyar bike bê kî hedef hatiye girtin got, “Em dizanin bê kî li pişt van êrîşên terorîstî ye û kîjan armancê dişopînin. Divê em fêm bikin ku şer tê malên me jî. Me hîs kir, lê em îro pê re rû bi rû ne.”   Melîkov di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Zêdeyî 15 polîs di encama çalakiya terorîst de jiyana xwe ji dest dan. Ew polîs ji bo parastina sivîlan canê xwe dan.”   Li gorî nûçeya Moscow Tîmes’ê, keşîş Nîkolaî yê 66 salî yê ku Dêra Ortodoks a Rûsyayê ya li Derentê bû, di encama êrîşa bi kêrê de jiyana xwe ji dest da. Êrîşa li dijî dêrê di demeke ku Ortodoks Cejna Pentekost pîroz dikirin de pêk hat. Li gundê Sergokala yê di navbera Mehaçkale û Derbent de jî kesên çekdar gule li wesayiteke ku polîs tê de bûn reşandin û di encam de polîsek birîndar bû.   Rayedaran gotin, bi giştî herî kêm 4 sivîl û 15 polîs mirine. Li vê komara federe ya Rûsyayê 3 roj şîn hat îlankirin.    Di meha Adarê de li Moskowayê di êrîşa ku çeteyên DAÎŞ'ê girt ser xwe de zêdetirî 140 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û dawiya hefteya borî jî gelek endamên DAÎŞ’ê yên ku 2 gardiyanên girtîgehek başûrê Rûsyayê dîl girtibûn, hatin kuştin.   Li Daxistanê piştî êrişê 24-25-26’ê hezîranê wek şîn hate îlankirin.