Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin 2024-06-19 15:30:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ku li Koreya Bakur bi merasîmeke mezin hate pêşwazîkirin, diyar kir ku ji Kim Jong Un têkildarî şerê li dijî Ûkraynayê piştgirî wergirtiye. Herdu welatan peymana parastinê îmze kirin.   Vladimir Putin çû Koreya Bakur û li vir bi merasîmek mezin hat pêşwazîkirin. Di navbera Putin û Kim Jong Un de peyman parastinê ya hevkariyê hat îmzekirin.    Putin piştî îmzekirina belgeyê daxuyaniyek da û got: "Peymana Hevkariya Berfireh a îro hate îmzekirin, tevî xusûsên din, diyar dike ku dema êriş li ser aliyekî peymanê bê kirin wê alîkariyê bidin hev."   Putin hişyarî da dewletên rojavayî û got: "Rûsya û Kore polîtîkayeke derve ya serbixwe dimeşînin û zimanê şantajê qebûl nakin."   Serokdewletê Rûsyayê peyman weke "Belgeyeke şoreşgerî ya rasteqîn" pênase kir û diyar kir ku Rûsya "hevkariya leşkerî-teknîkî" ya bi Pyongyangê ji nedîtî ve nayê.   Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un jî peyman weke "Bi armanca parastinê û aştiyane" pênase kir. Lîderê Koreya Bakur, Putin weke "dostê herî baş" ê welatê xwe pênase kir û destpêkirina "serdemeke nû" ya têkiliyên bi Moskowayê re bi kêfxweşî pêşwazî kir.   Kim Jong Un got: "Ji bo parastina serwerî, berjewendiyên ewlekariyê û yekparebûna xakê piştgiriya tam a ji bo gel, artêş û hikumeta Rûs nîşan da ku li Ûkraynayê operasyoneke leşkerî dimeşîne."   Putin jî got: "Di serî de meseleya Ûkraynayê em piştgiriya we ya bi rêk û pêk a ji bo polîtîkaya Rûs bi kêfxweşî pêşwazî dikin."   Amerîkî û Ewropî bi mehan e nêzîkbûna li hev a Moskow û Pyongyangê bi fikar dişopînin û Koreya Bakur sûcdar dikin ku cebilxane û fuzeyên zêde dide Rûsyayê.