‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda' 2024-06-18 23:58:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku Ramanger Naom Chomsky ê bi awayekî çalak piştevaniya têkoşîna azadiya kurd dike jiyana xwe ji dest nedaye. Zimanzan û nivîskar Naom Chomsky demekî berî niha ji ber rewşa wî ya tenduristî giran bû nedikarî bi derûdorên xwe re ragihandinê pêk bîne. Îro hat îdiakirin ku ramanger Chomsky jiyana xwe ji dest daye. Lê belê ev agahî nehat piştraskirin.    Di nûçeya ICL Notíciasê de hat diyarkirin ku îdiayên derbarê mirina Chomsky de rast nîn in. Rojnameger Cesar Calejon bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal dîmenek parve kir û anî ziman ku Chomsky jiyana xwe ji dest nedaye.