Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin 2024-06-12 11:12:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporên tev li rûniştineke Meclisa Alman bûn, xwestin ku li dijî Tirkiyeyê ku cîbicîkirina biryarên têkildarî Yuksekdag, Demîrtaş û Kavala de red dike, helwestekî tundtir were nîşandan.    Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisa Federe ya Almanyayê bi wesîleya 71’emîn sala ketine meriyetê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û 76’emîn salvegera qebûlkirina Beyannameya Gerdunî ya Mafên Mirovan, li Berlînê rûniştineke taybet li dar xist. Rûniştin di roja duşemê de hat lidarxistin û rola dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Konseya Ewropayê ya misogerkirina cîbicîkirina biryarên PMME’yê hatin nirxandin.    Li gorî nûçeya DW Turkçeyê; hiqûqnas, pispor û parastvanên mafan ên di Meclisa Federe ya Alman de nêrînên xwe parve kirin, pêşniyara “Bila dewletên ne li gorî standartan tevdigerin ji kulubê bên derxistin” kirin. Her wiha destnîşankirin ku divê DMME li dijî Tirkiyeyê helwestekî tund raber bike ku biryara berdana Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala red dike. Tirkiye yek ji endamên avaker a Konseya Ewropayê ye lê gelek biryaran bicih nayîne.    Pisporan pêşniyar kirin ku dewletên li dijî cîbicîkirina biryarên DMME’yê li ber xwe didin ji kuluba demokrasiyê bên derxistin. Pisporan gotin ku nexwe dê baweriya bi Konseya Ewropayê nemîne.    BAL KIŞAND SER BIRYARÊN TÊKILDARÎ YUKSEKDAG Û DEMÎRTAŞ    Cîgirê Sekreterê Giştî yê Almanyayê ya Rêxistina Efûya Navneteweyî Christian Mihr bersiva pirsên Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisa Federe da. Mihr, got ku hejmara hikûmetên li gorî pergala mafên mirovan a Ewropayê tevdigerin roj bi roj kêmtir dibe û ev jî rê li ber fikaran vedike. Mihr, bal kişand ser sepanên li Tirkiyeyê û bi bîr xist ku tevî pêvajoya binpêkirinê ya Konseya Ewropayê derheqê Tirkiyeyê de daye destpêkirin jî Osman Kavala hêj girtî ye. Mihr, got ku Tirkiyeyê hêj biryarên DMME’yê yên ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş û Yuksekdag jî bi cih ne aniye. Mihr, ev tişt anî ziman: “Tevî biryarên DMME’yê jî Kavala, Demîrtaş û Yuksedag hêj girtî ne. Ev yek nîşan dide ku meqamên tirk di mijara bicihanîna berpirsyartiyên navneteweyî de dilxwaz nîne. Di vê mijarê de berpirsyartî dikeve ser milê KE û dewletên endam. Divê encamên paşguhkirina biryarên DMME’yê bi eşkereyî jê re bên vegotin. Divê jê re were gotin ku dê encamên van kiriyaran ji bo peywendiyên bi Tirkiyeyê re hebin. Nexwe dê zirar bigihije otorîteya DMME’yê û pergala mafên mirovan a Ewropayê.”    "DIVÊ BERSIVÊN TUNDTIR BÊN DAYÎN’   Serokê Sekreteryaya Karên Hiqûqî yên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Komîsyona Mafên Mirovan Dr. Günter Schirmer jî diyar kir ku divê bersivên tund nîşanî dewletên mîna Tirkiyeyê were dayîn ku bi biryarên DMME’yê nake. Schirmer, destnîşan kir ku divê dewletên endam standartên KE’yê yên serdestiya hiqûqê bi cih bînin û yên pê nekin jî ji endamtiyê derxîne yan jî nekarin bibin endam. Schirmer, Tirkiye weke mînak nîşan da û got ku divê bersivên tundtir bên nîşandan.    "DIVÊ YÊN NE LI GORÎ STANDARTAN TEVDIGERIN JI KULUBÊ BÊN DERXISTIN’    Serokê Înîsiyatîfa Îstîqrarê ya Ewropayê Gerald Knaus jî xwest ku divê li dijî dewletên ne li gorî biryarên DMME’yê tevdigerin helwestên tundtir bên raberkirin û ji “kuluba demokrasiyê” bên derxistin.    "PÊKANE KU TIRKIYE BÊ DERXISTIN’   Prof. Dr. Angelika Nussberger ku beriya niha dadgeriya DMME’yê kiriye jî bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê. Nussberger, diyar kir ku divê Komîteya Wezîran li dijî Tirkiyeyê ya ku biryara DMME’yê ya derheqê Kavala de bicih ne anî de tevdîran bigire û wiha got: “Pêkan e ku Tirkiye ji Konseya Ewropayê were derxistin.”