Bîlançoya karesata li Papua Gîneya Nû girantir dibe 2024-05-27 11:14:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat daxuyandin ku di hezaza li Papua Gineya Nû de çêbûbû ji 2 hezar kesî zêdetir di bin axê de maye.    Li welatê Papua Gîneya Nû ya li başûrê Pasîfîk dimîne, di 24’ê gulanê de hezaza axê çêbûbû û rê li ber karesatek mezin vekiribû. Hikumeta wî welatî ragihand ku hejmara welatiyên di bin axê de mane ji 2 hezar kesî zêdetir e. Hikumetê da zanîn ku hezaza axê li gundê Kaokalam ku li devera bi çiya dimîne 3u bi ser bajarê Enga ve ye pêk hatiye û ji ber vê yekê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkariyê xwest.    Navenda Afada Neteweyî ya Papua Gîneya Nû jî daxuyanî da û ragihand ku ji 2 hezar kesî zêdetir di bin axê de mane û felaketê rê li ber xesarek mezin vekiriye.