Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî' 2024-05-20 00:17:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Kurdistanî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş li dar xistine wiha gotin: "Heya ku Ocalan wek fizîkî azad nebe tu kes nikare bêje xwe aza azad im."   Ciwanên Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê (CKF) û Meclisa  Şehîd Tîjda Ekeciîk a Marsîlyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li Qada Canebiere hatin cem hev.   Girseya gel bi berzkirina dirûşmeyan heta meydana Vîeûx Portê meşiyan, broşûra Fransî ya tecrîda mutleq a ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkoşîna Abdullah Ocalan vedibêje hate xwendin û pankkartên ku bangewaziya CPT’ê dikin hatin hilgirtin.    Girseya gihîştiye qada Vîeûx Port û ji bo bîranîna kesên di têkoşîana  azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekî rêz girtin.   'KURDEK TENÊ JÎ BIMÎNE...'   Çalakî bi axaftina Berdevka CKF ya Marsîlyayê Serhildan Varto berdewam kir. Serhildan Varto bal kişand ser têkoşîna ciwanan û gelê Kurd, diyar kir ku ew di pêvajoyên gelekî girîng re derbas dibin û got: “Tecrîdeke gelekî giran li ser Rêbertiyê heye. 38 meh in me tu agahî ji Rêbertî negirtiye. Em dizanin ku ev tecrîda li ser Rêbertiyê ji aliyê dewletên NATO’yê ve tê kirin. Li vir em li ser navê ciwanan vê tecrîdê şermezar dikin û diyar dikin ku em ê her tim li dijî van dewletan bin. Rêber Apo di tecrîda mutleq de ye. Heta ku Rêber Apo azadiya fîzîkî bi dest nexe, kes nikare ji xwe re bêje azad in. Rêber Apo xeta me ya sor e. Rêber Apo xeta azadiya jinê ye. Rêber Apo xeta gerîlayên azadiyê ye. Weke ku tê zanîn Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ev 2 sal in li Zap, Metîna û Avaşînê li dijî dijmin çalakî li dar dixin. Me di 31’ê Adarê de dît ku dijmin careke din têk çû. Dijmin di her aliyê siyasî, leşkerî, aborî de têk çûye. Dijmin ji bo tolhildanê ji her alî ve êrîşan pêş dixe. Li Fransa, Belçîka û hemû Ewropayê êrîşên xwe zêde kir û van dewletan ji bo lîstikên xwe yên qirêj weke amûr bikar anî. Li vir jî weke ciwanên Kurd em dubare dikin ku heta Kurdek tenê bimîne em ê li ser rêya şoreşê bin. Em ê Rêbertiyê bişopînin û piştgiriyê bidin. Hûn çi bikin bila bikin, em ê di dawiyê de bi ser bikevin.”   'EM Ê KOLANAN NETERIKÎNIN'   Serhildan Varto, anî ziman ku ew weke ciwan di van 2 salên dawî de hem rastî qirkirina çandî û hem jî ya siyasî hatine. Serhildan Varto got ku weke ciwanên Kurd van pêkanînan qebûl nakin û di şexsê Abdullah Ocalan de ew jî di bin tecrîdê de ne û ev tişt anî ziman: "Weke ciwanên CKF'ê heta ku ev pêkanîn neyên rawestandin em ê kolanan neterikînin. Em ne tenê bi dirûşman, bi awayekî objektîf jî fedayiyên Rêbertiyê ne.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.