Doza Kobanê di çapemeniya cîhanê de ye 2024-05-17 12:31:55   ENQERE - Cezayên hefsê yên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatin birîn, di çapemeniya cîhanê de bi berfirehî cih girt. Reutersê biryar bi şiroveya “Dibe ku aloziyên siyasî çêbibin.”   Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, duh hate lidarxistin. Cezayên giran ên li siyasetmedaran hatin birîn di çapemeniya cîhanê de bi berfirehî cih girt.      REUTERS: DIBE KU ALIZIYÊN SIYASÎ ÇÊBIBIN   Ajansa Nûçeyan a Reutersê ya navenda wê li Ingilîstanê biryar bi serenavê “Tirkiyeyê rayedarên berê yên partiya alîgirê kurdan, ji ber protestoyên di sala 2014’an de mehkûm kirin” dît. Reutersê her wiha di nûçeya xwe de ev şirove kir: “Biryar dibe ku aloziya siyasî ya li dora HDP’ê zêde bike.” Reutersê bertek û protestoya li eywana danişînê jî ragihand û cih da qedexeya çalakiyan a li 14 bajaran ku Amed, Mêrdîn, Riha û Wan jî di nav de ne.    Di nûçeyê de wiha jî hate gotin: “Demîrtaş ji ber sûcên girêdayî terorê ji mijdara 2016’an ve di girtîgehê de ye lê fîgurê ku yek ji siyasetmedarên bi bandor ê Tirkiyeyê jî didomîne. Ew û Yuksekdag ji yek ji 18 bersûcên girtî ne.”    AFP Û FT   Agence France-Presse (AFP) ya navenda wê Fransa jî biryar weke “Yek ji hevrikê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan, Selahattîn Demîrtaş ê 51 salî ku ji sala 2016’an ve girtî ye, bi dehan sûcên ku yekitî û xerakirina dewletê jî di nav de ye hate mehkûmkirin” servîs kir.     Rojnameya The Financial Times (FT) a Ingilistanê jî biryara dadgehê bi serenavê “Dadgeha tirk, ji siyasetmedarên kurd re cezayên hefsê yên dem dirêj dan” ragihand.    Di nûçeya rojnameyê de îşaret bi pêvajoya çareseriyê ya di sala 2015’an de hate bidawîkirin hate kirin û hate diyarkirin ku doz parçeyekî zextê yê piştî vê pêvajoyê li dijî tevgera siyasî ya kurd hatiye destpêkirine û li Tirkiyeyê bi hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne.    ZDF: LI DIJÎ HDP’Ê PÊVAJOYEKE CUDA QANÛNÎ TÊ MEŞANDIN    Qenala Duyemîn a Alman (ZDF) di nûçeya xwe ya li ser biryarên dadgehê de gotina 'qedexeya HDP'ê pêkan e' bi kar anî û got, "Darizandinê di nîsana 2021'an de dest pê kir; parêzeran doz bi sedema siyasî bi nav kir. Li dijî HDP’ê pêvajoyeke cuda ya qanûnî tê meşandin û ev yek dibe ku qedexeyekê bi xwe re bîne. Li Meclisê xwe weke DEM birêxistin kirin û niha li wir partiya herî mezin a sêyemîn e.”   DER SPIEGEL: HEVRIKEKÎ CIDÎ YÊ ERDOGAN BÛ    Kovara polîtîkayê ya heftane Der Spîegel a Almanyayê jî di nûçeya xwe ya der barê doza Kobanê de bal kişand ser 42 sal cezayê girtîgehê yê ji Demîrtaş re hatiye birîn û ev tişt gotin: “Demîrtaşê Karîzmatîk demeke dirêj hevrikekî cidî yê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bû; Li hemberî wî du caran bû namzetê Serokkomariyê. Pişt re hikumeta li Enqereyê ew bi ‘terorîzmê’ sûcdar kir; mijdara 2016’an hate girtin.”