Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre 2024-05-13 15:38:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê ragihand ku ji bo serokê xwe yê nû hilbijêre dê di 18’ê gulanê de kom bibe.    Serokatiya Parlamentoya Iraqê ji bo ku serokê xwe yê nû hilbijêre dê di 18’ê gulanê de kom bibe. Li gorî nûçeya Rojnewsê parlamenterê Iraqê Karwan Yarweysî jî got ku wê Salim Îsawî û Mehmud Meşhedanî ji bo serokatiya parlamentoyê bikevin pêşbirkê.   Dadgeha Federal Iraqê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammed Helbûsî di sala 2023’yan de bi îdiaya “sextekariya di ewraqê de” ji peywîrê wergirtibû.