Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir 2024-05-12 16:34:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê didomin. Hejmara kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dayîn derket 35 hezar û 34 kesan.    Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan heta niha li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn derket 35 hezar û 34 kesan. Ev hejmar duh weke 34 hezar û 971 hatibû ragihandin. Nêzî 15 hezar jê zarok û 15 hezar jî jin bi giştî 78 hezar û 755 kes jî birîndar bûne.    ‘ÎNTERNET HATE BIRÎN’   Her wiha ji şîrketên telekomunîkasyonê Paltep Group ku li Filistînê xebatan dike, da zanîn ku ji ber êrişên Îsraîlê careke din înternet qut bûye. Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin ku li başûrê Şirîda Xezeyê înternet qut bûye.