Ewropa ji êrîşên DAIŞ’ê re got ‘Jenosîd’, AKP bêbiryar ma 2017-10-13 09:59:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Parlamenteraya Konseya Ewropayê, êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Êzidî, Xiristiyan û Suniyan mîna jenosîdê nas kir. Suat Onal ê AKP’î bêbiryar ma.   Li ser biryarên Navneteweyî yên êrîşên DAIŞ’ê mîna “Sûcên li dijî mirovahiyê û jenosîdê” yekê din zêde bû. Meclîsa Parlamenteraya Konseya Ewropayê (AKPM), êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Êzidî, Xiristiyan û Misilmanên Sunî mîna jenosîdê bi fermî qebûl kir û ji bo DAIŞ bê darizandin û cezakirin bang li dewletên Ewropayê kir. Vê yekê, rê li ber endamên DAIŞ’ê di Dedageha Cezayê Navneteweyî (UCM) bên darizandin de, vekir.    Biryar bi 67 dengan hat qebûl kirin. 2 parlamenterên HDP û 4 jî yên CHP’ê tevli biryarê bûn. Suat Onal ê AKP’î ku beşdarî dengdanê bû, bêbiryar ma. Parlamenterên AKP’ê têkildarî DAIŞ’ê ku “Misilmanên Sunî kiriye hedef” û “Jenosîda Ermeniyan” sê pêşnûme pêşkêş kiribûn. Ji ber ku di dema dengdanê de kesekê ev pêşnûme neparastin, bi otomatîk rabûn.