Almanyayê di nava 10 mehan de 13 hezar û 512 kes dersînor kir 2023-12-21 14:09:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 10 mehên ewilî yên salê de Almanyayê 13 hezar û 512 kes dersînor kir. Hejmara kesên dersînorkirî li gorî par zêdetir bûn.    Hejmara kesên îsal li Almanyayê hatine dersînorkirin li gorî par zêdetir bû. Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger pêşnûmeyek da û Wezareta Karên Hundir bersiv da. Bersiv, ji hêla Neue Osnabürcker Zeitung ve hate weşandin.    Li gorî nûçeya DW Turkçeyê; di 10 mehên ewil ên îsal de Almanyayê 13 hezar û 512 kes dersînor kir. Ev hejmar par 12 hezar û 945 bû. Hejmara kesên di dema koronavîrûsê de hatine dersînorkirin kêmtir bû. Di sala 2020’an de 10 hezar û 800 kes, di 2021’ê de jî 11 hezar û 982 kes hatibûn dersînorkirin. Beriya pandemiyê di sala 2019’an de 22 hezar û 97 kes hatibûn dersînorkirin.    Almanyayê Îsal herî zêde kesên dersînorkirî şandin Avusturya, Gurcistan, Makedonyaya Bakur, Moldova, Albanya û Tirkiyeyê.    Li gorî nûçeya rojnameyê, bi taybet jî hejmara kesên li Tirkiyeyê hatine dersînorkirin zêde bûye. Di navbera çile-cotmeha îsal de 755 kes dersînorî Tirkiyeyê hatin kirin. Di tevahiya sala 2022’yan de ev hejmar 515 bû.