Li Meksîkayê li dijî partiyekê êriş hate kirin: 12 kes mirin 2023-12-18 10:50:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meksîkayê li dijî partiyekê êrişa çekdarî hate kirin û di êrişê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li eyaleta Guanajuato ya Meksîkayê li dijî partiyekê êrişa çekdarî hate kirin û di êrişê de 12 ciwanan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Êriş, li dijî ciwanên tev li pîrozbahiyeke li çewliga San Jose del Carmen a li bajarokê Salvatierra ya eyaletê bûbûn hate kirin.    Piştî êrişê, polîsan lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin. Kesekê di partiyê de diyar kir ku 6 kesên çekên lûledirêj pê re hebûn êriş pêk anîne. Şaredarê Salvatierrayê German Cervantes têkildarî êrişê daxuyanî da û wiha bertek nîşanî êrişê da: “Ez vê tundiya ku îro di danê sibehê de derketiye holê bi nefret şermezar dikim. Dozgerî û hêzên ewlekariyê bi awayeke koordîneyê tişta pêwîst dikin.”    Li Meksîkayê yek ji eyaletên herî zêde cînayet û êrişên çekdarî lê tên kirin jî Guanajuato ye. Îsal nêzî 3 hezar û 29 kes hatin kuştin.