Di êrişa komên paramîlîter de 7 leşkerên Şamê hatin kuştin 2023-12-08 13:11:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Koma paramîlîter Heyet Tehrî el-Şamê li Helebê bi droneyan êriş kir. Di êrişî de 7 leşkerên Şamê hatin kuştin.    Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku koma paramîlîter a Heyet Tehrîr el-Şamê li rojavayê Helebê bi droneyan êriş kirin û di êrişê de 7 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku hêzên Şamê jî bersiv dan û di êrişê de 5 endamên koma paramîlîter hatine kuştin.