WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû 2023-11-12 10:50:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku têkiliyan wan a bi Nexweşxaneya Şifayê qut bûye û anî ziman ku êrişên Îsraîlê yên li dijî dora nexweşxaneyê didomin.     Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê duh bi şev heya îro serê sibê berdewam kirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku têkiliya wan a bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bûye û xwest agirbest were îlankirin.    Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Ghebreyesus li ser hesaba fermî ya X’yê daxuyanî da û anî ziman ku nexweşxane tim rastî êrişan tê û rewşeke xeternak heye. Ghebreyesus, da zanîn ku li gorî raporên gihaştine ber destê wan derdora nexweşxaneyê bi tangan hatiye dorpêçkirin û kesên dixwazin derkevin û birevin tên birîndarkirin an jî tên kuştin.