Li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kir 2023-11-10 19:19:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ragihand ku hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 11 hezar û 78'an û 2 hezar û 700 kes jî winda ne.    Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, daxuyand ku di 24 saetên dawî de li Xezeyê hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane 266 zêde bûne û hejmara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 11 hezar û 78'an. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar û 506 jê zarok û 3 hezar û 27 jê jî jin in.   Her wiha wezaretê daxuyand ku 2 hezar û 700 kes jî winda ne û hejmara birîndaran jî gihîştiye 27 hezar û 490'î û hezar.