Li Îranê erdhej çêbû 2023-11-08 10:01:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, li bajarê Bîlesûvar ê eyaleta Erdebîl a Îranê bi mezinahiya 4.6 pileyî erd hejiya.   Erdhej bi dema herêmî saet di 08:41'ê de bi 6 kîlometreyî li binê erdê pêk hat.   Agahî bi dest neketin ku di erdhejê de tiştek bi kesî hatiye yan na.