Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê 2023-11-07 21:58:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, ragihand ku artêşa Îsraîlê ketiye navenda Xezeyê.   Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, ragihand ku artêşa Îsraîlê ketiye navenda Xezeyê.   Gallant ku di civîneke çapemeniyê de ya di televîzyonê de hat weşand, got: "Pêşengê Hamasê Yahya Sinwar di hêwirgehekê de hat asêkirin. Ji bo navbereke mirovê divê dîlgirtî bên berdan. Dê zextên li ser me zêde bibin, lê heya dîlgirtî neyên berdan û Hamas têk neşikê em ê şer bikin. Neyteke me ya ku em bi Hîzbullahê re şer bikin tune ye. Heya niha nêzî 70 şervanên Hîzbullahê hatine kuştin. Sivîlên li Xezeyê divê ji bo ewlehiya xw ebiçin başûr. Piştî şer ne Îsraîl ne jî Hamas dê Xezeyê bi rê ve nebin."