Îsraîlê daxuyand ku dê îşev 'tevgera bejahiyê berfireh bike' 2023-10-27 23:15:56   NAVENDA NÛÇEYAN- Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî got: "Hêzên bejahiyê îşev operasyonan berfirehtir dike."    Berdevkê Artêşa ÎSraîlê Danîel Hagarî têkildarî tevgera bejahiyê ya Îsraîlê ya li hemberî Xezeyê daxuyanî da. Hagarî got: "Hêzên bejahiyê îşev operasyonan berfireh dike. Em bang li şêniyên Xezeyê dikin ku ber bi başûr ve biçin." Her wiha Hagarî got: "Em ji bo parastina ewlehiya Îsraîlê li hemû eniyan amade ne. Anîna dîlgirtiyan jî girêdayî peywira navneteweyî ye."