Li DYA’yê êrişa çekdarî: Herî kêm 22 kes hatin kuştin 2023-10-26 11:05:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Maîne ya DYA’yê êrişa çekdarî hate kirin. Di encama êrişê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li navçeya Lewiston a Eyaleta Maîne ya DYA’yê êrişa çekdarî hate kirin. Di encama êrişê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku êrişkarê biçek ê bi navê Robert R. Card ê 40 salî, di tevahiya şevê de li kolanan geriyaye û herî kêm 22 kes kuştiye. Çapemeniya herêmî da zanîn ku derdora 60 kesan jî birîndar bûne.    HIŞYARIYA ‘JI MALÊ DERNEKEVIN’    Polîsan, ragihandin ku êrişkar hêj nehatiye girtin û ev hişyarî da: “Fermana derneketina ji malan a li Lewistonê hêj didome.”    Waliyê Eyaleta Maîneyê Janet Mills jî ev tişt anî ziman: “Haya min ji êrişkarê biçek ê çalak ê li Lewistonê heye. Di vê mijarê de hatim agahdarkirin. Banga min ji bo her kesê li herêmê ew e ku li gorî fermanên hêzên eyalet û ewlekariyê tevbigerin.”    DIBISTAN GIRTÎ NE    Yekitiya dibistanên dewletê yên li eyaletê jî ragihand ku navber dane perwerdeyê. Her wiha ji bo ji malên xwe dernekevin, welatî hişyar kir.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku par jî 29 cînayet li eyaletê hatibûn kirin û vê bûyerê rê li ber aloziyeke mezin vekiriye.