Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir 2023-10-25 11:00:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dan.    Balafirên Îsraîlê baregehên leşkerî yên li başûrê Sûriyeyê bombebaran kir. Hat zanîn ku şevê din saet derdora 02.00’an de Tabûra Radar a li derdora bajarokê Karfa ya girêdayî bajarê Derayê û Tûgaya 12’an a li herêma Îzraayê ya li çoltarê bakurê Derayê hedef hatin girtin.    Li gorî hinek çavkaniyan, di encama bombebaranê de 4 jê payebilind bi giştî 11 leşkerên Sûriyeyê di êrişê de hatin kuştin.    Li gorî daxuyaniya li ser malpera Ajansa Dewletê ya Sûriyeyê (SANA) hatiye parvekirin, di êrişê de 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn.