Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye 2023-10-18 13:20:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Joe Biden çû Îsraîlê û têkildarî êrişa li dijî Nexweşxaneya El Ehli Baptistê wiha got: “Wisa xuya dike ku teqîna li nexweşxaneyê aliyê din pêk aniye.”    Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden çû Tel Avîvê. Biden, ji hêla Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog ve li balafirgehê hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.    'DYA BI ÎSRAÎLÊ RE YE’   Biden, got ku “DYA bi Îsraîlê re ye” û îdia kir ku berpirsyarê êrişa li dijî Nexweşxaneya El Ehli Baptist a Gazeyê ku 500 kesan jiyana xwe ji dest dan Îsraîl nîne. Biden, got: “Wisa xuya dike ku ev teqîn ji hêla aliyê din ve hatiye kirin.”    Netanyahu jî ji ber serdanê spasiya Biden kir. Piştre jî Netanyahu ji bo hevkarî, piştgirî, şandina amûrên parastinê, keştiyan û piştevaniyê spasiya Biden kir.