Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake 2023-10-16 12:13:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Filistînê Mahmud Abbas destnîşan kir ku Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake.   Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê Wafayê; Serokê Filistînê Mahmud Abbas bi Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re bi telefonê axivî ye.    Abbas di hevdîtina telefonê de gotiye, "Divê êrişa Îsraîlê ya li ser Gazzeyê tavilê raweste. Divê filistînî bên parastin, ji bo Gazzeyê korîdorên alîkariya mirovî bên vekirin, av, ceyran û sotemenî ji bo welatiyên li wir bên şandin.”   Abbas destnîşan kir ku ew bi tevahî li dijî koça bi darê zorê ya ji Gazzeyê ne û dê ev bibe Nekbeyê duyem. Abbas diyar kir ku ew li dijî kuştina sivîlên her du aliyan e û bang li her du aliyan kir ku girtî, dîl û sivîlan berdin.   'HAMAS NÛNERTIYA FILISTÎNÊ NAKE'    Abbas destnîşan kir ku ew li dijî tundiyê ne û wiha got: "Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake. Ya ku wê dagirkeriyê bi dawî bike, pêdiviya çareseriyeke siyasî ye. Yekane nûnerê rewa yê gelê Filistînê bi biryar, bername û polîtîkayên xwe Rêxistina Rizgariya Filistînê ye. Ne polîtîkayên rêxistineke din e.”