Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn 2023-10-12 11:15:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn 2 hezar û 400 kes derbas kir û hat zanîn ku 338 hezar kes koçber bûne.    Piştî êrişa Hamasê ya li dijî Îsraîlê, ji 7’ê cotmehê heta niha di navbera herdu aliyan de şerekî dijwar diqewime. Bîlançoya şer roj bi roj girantir dibe. Li gorî bîlançoya artêşa Îsraîlê, hejmara miriyan derket hezar û 200 kesan, ya birîndaran jî 2 hezar û 800 kes derbas kir.    Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Gazeyê, di encama êrişên Îsraîlê de heta niha hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 5 hezar û 600 kes jî birîndar bûne.    LI GAZEYÊ 2 HEZAR Û 687 CIH HATIN BOMBEBARANKIRIN   Artêşa Îsraîlê diyar kir ku heta niha li Gazeyê li 2 hezar û 687 noqteyan xistine.    ZÊDETIRÎ 338 HEZAR KES KOÇBER BÛN   Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyanî da û got ku li gorî agahiyên ji rayedarên filistînî wergirtine, di encama êrişan de zêdetirî hezar avahî hilweşiyane, xisareke mezin gihiştiye 560 malan jî. OCHA’yê got ku heta niha 338 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûne.    AV, CEYRAN Û SOTEMENÎ TUNE YE!   Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Israel Katz di roja pêncşemê de li ser X’ê daxuyanî da û got ku heta ku rehîne di destê Hamasê de bin, ew ê av, ceyran û sotemeniyê nedin Şirîta Gazeyê.    Wezîr, got; “We got ji bo Gazeyê alîkariya mirovî? Heta ku îsraîliyên hatine revandi venegerin malên xwe dê ceyran neyê dayîn, dê ti pompayên avê neyên xebitandin û tu qamyonên sotemeniyê nekevin (...) û tu kes nikare dersê bide me.”