Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan 2023-10-11 12:15:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Di şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de ku piştî êrişên Hamasê yên li dijî Îsraîlê dest pê kiribû, hejmara miriyan a her du aliyan derket 2 hezar û 150 kesan.    Hamasê li dijî Îsraîlê bi navê “Tofana Aksayê” pêla êrişê dabû destpêkirin. Piştî êrişê, di navbera Îsraîl û Filistînê de pevçûnên dijwar diqewimin û bombebaraneke giran tê kirin. Di encama êrişên Îsraîlê de heta niha herî kêm 950 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di êrişên Hamasê de jî hejmara miriyan derket hezar û 200 kesan. Hat ragihandin ku mala malbata pêşengê Tugayên Kassamê Muhammed Deyf hatiye bombebarankirin û endamên malbatê hatine kuştin.    GAZE: HERÎ KÊM 950 KES HATIN KUŞTIN   Wezareta Tenduristiyê ya Gazeyê têkildarî êrişan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ji 7’ê cotmehê heta niha di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Gazeyê de 950 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar kes jî birîndar bûne.    Rojnameya Israel Hayomê jî destnîşan kir ku hezar kesên ketine Gazeyê hatine kuştin.    LI ÎSRAÎLÊ HEJMAR DERKET HEZAR Û 200 KESAN   Hejmara miriyan a li Îsraîlê zêde bû û derket hezar û 200 kesan. Berdevkê Hêzên Parastinê ya Îsraîlê Mîralay Jonathan Cornicus piştrast kir ku di êrişan de hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dane. Conricus, got; “Gelemperiya kesên jiyana xwe ji dest dane sivîl in.”    DÊ SANTRALA CEYRANÊ XEBATÊN XWE BIDE SEKINANDIN    Serokê Lijneya Enerjiyê ya Gazeyê Celal Îsmaîl da zanîn ku dê tekane santrala ceyranê ya Gazeyê di nava sê saetan de xebatên xwe bide sekinandin.