Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin 2023-08-30 15:27:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Mehdî Yarrahî ku ferzkirina girêdana dersokê ya li Îranê protesto kiribû hate girtin.    Hunermend Mehdî Yarrahî ku bi strana xwe ferzkirina girêdana dersokê ya li Îranê protesto kiribû hate girtin. Nehat zanîn bê ka Yarrahî şandin kîjan girtîgehê.    Hunermend Yarrahî bi mebesta piştgiriya bi têkoşîna jin û zarokên keç a li dijî ferzkirina girêdana dersokê ya li Îranê strana “Roosarîto” weşandibû.  Piştî weşandina klîba stranê, Yarrahî bi îddiaya “Weşandina strana li dijî exlaq û kevneşopiya civaka îslamî” hate binçavkirin û bi heman îdiayê hate girtin.