Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir 2023-08-01 10:43:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê di meha tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir. Ji kesên hatine bidarvekirin ji sedî 52 jê kurd û belûc in.    Hat ragihandin ku rejîma Îranê di meha tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir. Li gorî agahiyan; tenê di meha tîrmehê de 61 kesên di girtîgehên Îranê de hatine bidarvekirin. Ji kesên hatine bidarvekirin ji sedî 52 jê kurd û belûc in. Her wiha hat ragihandin ku di tîrmehê de 4 jin jî hatine bidarvekirin. Hat destnîşankirin ku girtiyên siyasî yên afgan Mohammad Ramez Rashidi û Saeed Naeem Hashemi Qatali jî di meha tîrmehê de li Şîrazê hatine înfazkirin.