NY: Zêdetirî 5 milyon Îraqî ji ber DAIŞ'ê koç kirin 2017-10-11 11:33:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku li Iraqê ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên ji 2014’an zêdetirî 5 milyon kes ji cih û warên koçber bûne. Nûnera Alîkarîya Mirovî ya Iraqê ya NY’ê Lise Grande, diyar kir ku di sê salên dawî de, 5.4 milyon Iraqî di nava wêlet de cihên xwe guhertine. Grande, diyar kir ku ji ber rewşa sivîlan ketine fikarên kûr. Grande da zanîn ku bi deh hezaran zarok jî di nav de, bi sed hezaran kes ketine stresê û travma derbas kirine û wiha got: "Divê ew kesên koçber bûne bi salan alîkariyên taybet bigirin."