Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin 2023-06-22 23:41:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Kopenhag û Stockholmê de êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û bang hat kirin ku qada hewayî bê girtin.    Komek Kurdistanî, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kopenhag û Stockholmê protesto kirin. Kurdistaniyên li qada şaredariya Kopenhagê hatin ba hev, gotin: “Em kurdên li Danîmarkayê, dibêjin ku vê êrişa faşîst qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Banga me li civak û hikumeta Danîmarkayê ew e ku di vî warî de hestyar bin.”   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk nikare bi êrişên xwe rê li ber têkoşîna jinan bigire û wê jinên kurd bidin ser şopa Zîlan û Bêrîtanan û li dijî feraseta faşîst û bavserwer her derê bikin cihê têkoşînê.   Çalakî, dirûşmeyên “Bila bimire rejîma faşîst a AKP’ê û AKP’ê”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” hat berzkirin û qediya.   STOCKHOLM   Qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û Firat Tûma ku di 20’ê Hezîranê de li Qamişloyê bi êrîşa hewayî ya dewleta tirk hatin qetilkirin, li paytexta Swêdê Stockholmê bi mîtîngeke girseyî hat protestokirin.   Mîtîng bi pêşengiya Meclisa Jinê ya Amarayê ve li qada Sergels Torgetê hate lidarxistin. Di mîtîngê de alên YPG, YPJ û pankarta bi nivîsa “Destên xwe yên bi xwîn ji ser kurdan rakin” hat hilgirtin.   Di axaftinên çalakiyê de hat destnîşankirin ku Erdogan û çeteyên wî li dijî kurdan sûcê şer dikin û wiha gotin: “Divê hemû rêxistinên cîhanê li dijî van pêkanînên hovane bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest. Dewleta tirk jî weke DAÎŞ’ê jinan dike hedef. Divê saziyên mirovî, bi taybet hêzên koalîsyona navneteweyî, qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafiran re bigirin.”   Çalakiya ku nêzî saeteke dewam kir, bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Rojava biparêze” û “Erodan bi DAÎŞ’ê re wekhev e” bi dawî bû.