Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin 2023-06-14 13:04:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girava Mora ya Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû û 104 kes hatin rizgarkirin û 17 kes mirin.   Li Girava Mora ya Yewnanistanê keştiyek masîvaniyê ku penaberan dibir, noqî avê bû. Li gorî zanyariyên ewil 17 kesên noqî avê bûne jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku dibe hejmara miriyan zêde bibe û 104 kes jî hatin rizgarkirin. Kesên hatin rizgarkirin sewqî qesabeya Kalamata ya Yewnanistanê hatin kirin.