Di komxebata li Libnanê de krîza global û rêveberî hatin nîqaşkirin 2023-06-13 23:05:32       NAVENDA NÛÇEYAN - Di komxebata li Libnanê de, îşaret bi giringiya rêveberiya gel û serbixwe hat kirin. Her wiha di komxebatê de li ser têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hat sekinandin.    Rûniştina yekemîn a komxebatê ya bi sernavê “Aloziya kûreyî, sedem û encamên wê, bandorên aloziyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, bandora aloziyê li Libnanê, rêbazên çareseriyê, doza rêveberiyê li Rojhilata Navîn" ji aliyê rojnamevanê Libnanî Fadî Şehwan ve hat birêvebirin.   Di rûniştinê de, gerînendeyê Navenda Lêkolînan a Firatê Silêman Îlyas axivî û behsa aloziyên li herêmê, bi taybet aloziya aborî kir. Ilyas destnîşan kir ku rejîma kûreyî di hemû astan de ketiye nava aloziyê û got: “Ji dema destpêkirina aloziya darayî ya cîhanê di dawiya 2008`an de, cîhan bi bandorên wê re rû bi rû ye. Aloziya deynan a aboriya welatên Ewropayê gefên cidî li hebûna Yekitiya Ewropayê dixwin. Çarenûsa dolar jî ne diyar e, dolar li gel bandora aborî ya paşketî ya Amerîkayê, pêbaweriya xwe ji dest daye.”   Wezîrê berê yê lubnanî Yûsif Selamê jî destnîşan kir ku lihevkirina Erebistana Siûdî-Îranê, lihevkirina aştiyê li Rojhilata Navîn ava dike û ev yek wê bandorê li hevsengiya hêzan bike û got: “Li Libnanê girêdaneke çavkorî heye. Pêşengên li vir ji bo erêkirina hêzên rojavayî û welatên Ereban, ketine nava pêşbirkê. Ev jî nexweşiyek e ku dermankirina wê nîn e û derbeyê li otorîteya Libnanê dide.”   Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî axivî û bal kişand ser komploya li dijî rêveberan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî nimûne destnîşan kir. Foza, anî ziman ku rêveberiya heyî ya li Rojhilata Navîn xwedî feraseta olperestî û zayendperest e û wiha pê de çû: “Kesayetên ku dikarin rêveberiyê bikin, ji xwe re dikin armanc. Mîna ku laş bê serî bihêlin.”   Serokê Forûma Rojhilat a Pirrengiyê Kemîl Alfred Şamûn jî bal anî ziman ku kolana Libnanê ji ber desthilata heyî tevlihev e û parçebûna hizbî lê heye û got: “Bo nimûne, tîmeke sporê ya girêdayê hizbekê bi ser bikeve, li Lubnanê xwepêşandan dest pê dikin.”   Damezirînera Komeleya “Beyrût El Sumûd” Reşa Îtanî jî diyar kir ku berê pirrengî (Îslamiyet û Xiristiyanî) dihatin qebûlkirin, lê li Libnanê di asîmîlasyonê de israr dikin.   Rojnamevanê ji Libnanê Michael Muhanna jî behsa kanalên televîzyonê yên ku gel kontrol dikin, kir û got: “Ev kanalên partiyan in, mejiyê hemwelatiyan kontrol dikin. Yan jî kanalên olî ye, ev jî xeternaktir e. Nûçeyên belav dikin ên partiyan lê bi rengekê olî ne, mîna ku ji asîman daketibe û tu kes nikaribe red bike. Dezgehên çapemeniyê ku propagandaya gewr dikin jî hene, hinekî jî ragihandina bêalî ye ku nûçeyê wekî ku heyî vediguhêze. Divê têgihîştineke çapemeniyê û têgihîştina ferdî hebin.”