Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin 2023-05-17 19:02:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma navîn a Îtalyayê, cardin lehî rabû. Hat ragihandin ku di lehiyê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest daye.      Li herêma Emîlîa-Romagna, ji ber barîna zêde ya şiliyê, lehî rabû. Rayedaran da ragihand ku herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest daye.   Wezareta Parastina Sivîlan, da zanîn ku av di 14 rûbaran re avetiye û 23 gund mane di bin avê de.   Parastina Sivîlan, banga girtina tevdîran kir, şaredarên li herêmê jî bang kir ku xelk xwe li cihên bilind bigire.   Li gor Wezareta Parastina Sivîlan, nêzîkê 5 hezar kes ji herêmê hatine derxistin.