Netanyahu Îran hişyar kir: Biryardariya me test nekin 2018-04-12 10:32:15   NAVEND NÛÇYAN - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bi boneya Qirkirina Yahudiyan daxuyaniyek da. Netanyahu di daxuyaniya xwe de Îran hişyar kir û xwest tu kes biryardariya wan a heyî test nekin.   Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bi boneya Qirkirina  Yahudiyan daxuyani da. Netanyahu îdîa kir ku Îran rejîmek şerker û gefê li aştiya cîhanê dixwe. Netanyahu diyar kir ku vê rejîmê bi awayekî eşkere ragihandiye ku dixwaze wan, yanî dewleta Yahûdiyan tune bike. Benyamîn Netanyahu ji rêveberên Îranê re got, "Mesajeke min ji bo rêveberên Îranî heye. Bila biryardariya me test nekin."Netenyahu rexne li peymana nukleerî kir jî û wiha got: “Peymana li ser nukleerê ku sala 2015'an bi Îranê re hat îmzekirin, li şûna ku 'helwesta êrîşkar' a vî welatî kêm bike, zêdetir kir.    Piştî ku roja Duşemê bomberdûman li baregeheke leşkerî ya li Sûriyeyê hat kirin, rêveberiyên Rusya, Îran û Sûriyeyê weke berpirsiyar Îsraîl nîşan dabûn. Ji ber bomberdûmanê 7 Îranî jî hatibûn kuştin.