Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin 2023-04-28 17:56:06   NAVENDA NÛÇEYAN- Seroka Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî Domînîqûe Pradalîé got ku Turkiye ji bo rojnamevanan bûye mezintirîn girtîgeha vekirî ya cîhanê û bang li civaka navneteweyî kir ku bala xwe bide êrişên dawîn ên li hemberî rojnamevanên kurd.   Bertekên li dijî operasyonên li hemberî rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û hunermendan berdewam in. Seroka Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) Domînîqûe Pradalîe, pirsên Serkan Demîrelê ji Televizyona Medya Haberê bersivandin.    ‘TIRKIYE JI BO ROJNAMEVANAN GIRTÎGEHA MEZINTIRÎN A CÎHANÊ YE’   Pradalîe, bertek nîşan da ku çima dewleta tirk êrîşê rojnamevanan kiriye û ew şermezar kir û got: "Çend salên dawîn ku rejîma li ser serê Tirkiyeyê gelek rojnamevan, dadgêr, parêzer girtin û gelek ji wan neçarê sirgûnê bûn, em ji nêz ve dişopînin. Tirkiye, bi taybetî rojnamevan Kurd, ji bo rojnamevanan bûye mezintirîn girtîgeha vekirî ya cîhanê."   ‘PERÇEYEKÊ POLÎTÎKAYA LI DIJÎ KURDAN E’   Domînîqûe Pradalîe anî ziman ku êrîşên li hemberî rojnamevanên kurd, perçeyekê polîtîkaya tepisandina daxwazên kurdan a hikûmeta tirk e û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê ya jî li derên din, hemû rojnamevanên durist û bi serê xwe dixebitin, ji aliyê rejîmên otorîter ve tên armanckirin. Mixabin, rojnamevan Kurd jî ji ber ku karê xwe bi duristî dikin û Kurd in, dibin armanc. Rojnamevanên Kurd, di heman demê de mexdûrên rewşa bi şer a li welêt in. Hikûmet, êrîşê kesên dengê Kurdan ragihînin dike."    ‘GIRTINA MIROVAN NAYÊ QEBÛLKIRIN'’   Pradalîe îşaret pê kir ku erîşên dawîn ku di pêvajoya hilbijartinê de pêk hatine, bi erêkirina hikûmetê ye û axaftina xwe wiha qedand: "Girtina parêzer, siyasetmedar û hunermend bi awayekê nezagonî û kêfî nayê qbeûlkirin. Me Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî, bi cîhanê da zanîn ku em bi hevpîşêyên xwe yên girtî re ne."