AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir 2023-04-24 12:29:21   ENQERE - AGÎT têkildarî rapora hilbijartina li Tirkiyeyê pêk hat diyar kir ku di hilbijartinên 2018’an de gelek rewşên li dijî qanûnan qewimîne û xwest di hilbijartinên bê de çavdêran wezîfedar bike.    Teşkîlata Hevkariyê û Ewlehiyê ya Ewropayê (AGÎT) ku Tirkiye beşdarê wê di 5-8’ê kanûna 2022’yan de serdana Tirkiyeyê kir û raporaek lêkolîn û nêrîna xwe parve kir. AGÎT serdana wezaretan, Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK), Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), partiyan û Platforma Ewlehiya Hilbijartinê (SGP) kir û di raporê de hat diyarkirin ku pêşniyarên berê yên AGÎT’ê di guhertina qanûna hilbijartinê ya ku li Meclisê hat qebûlkirin de girîng in. Di raporê de hat gotin ji beşek pêşniyazên wan û nêrîn û pêşniazyên sazî û dezgehan li ber çavan nehatiye girtin. Di raporê de hat diyarkirin di hilbijartina 2018’an a li Tirkiyeyê pêk hat de gelek rewşên li dijî qanûnan qewimîne. AGÎT’ê û xwest di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bên lidarxistin de çavdêr bên wezîfedarkirin.