Li Sûdanê di pevçûnan de 264 kesan jiyana xwe ji dest da 2023-04-24 11:38:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûdanê di pêvçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn diqewimin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 264’an.   Li Sûdanê pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên beriya cejnê dest pê kirin, dewam dikin.    Sendîkaya Bijîşkan a Navendî ya Sûdanê ragihand ku di pevçûnan de 264 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 543 sivîl jî birîndar bûne.    Sendîkayê duh di peyama xwe ya li ser Facebook’ê parvekir de da zanîn ku di pevçûnên di navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn û hêzên çekdar de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.    Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku hejmara mirî û birîndaran ji yên diyar gelek zêdetir e û ji ber rewşa ewlehî û dijwariya seferberiyê ya li welat nikarin xwe bigîhînin nexweşxaneyan.